Hana Şiwan: Divê rojnamevan peyama aramî û hezkirinê bidin
Rojnamegeriya Kurdî 128 salan li pey xwe hişt. Rêwîtiya ku bi Rojnameya Kurdistan di 22’yê Nîsana 1998’an de dest pê kir; her çû mezin bû.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî- Dîroka rojnamegeriya Kurdî di 22’yê Nîsana 1898’an de, ji aliyê Miqdat Mîdhed Bedirxan ve li paytexta Misir, Qahîreyê destpê kir. Ev yek ne tenê gihandina nûçeyan bû, tevgeaa diyarkirina neteweyek ku di wê serdemê de jinên Kurd tê de xwedî roleke bi bandor bûn jî. Ji Xanzede Mîrê Soran heta Hepsexan Neqîb û gelek nivîskar û rewşenbîrên din rê ji bo asta îro vekirin.
‘Tu neteweyek weke Kurdan ji bo xebatên rojnamevaniyê bedel nedaye’
Divê hedîtina me ya taybet a bi rojnamevan Hana Şiwanî re, têkildarî salvegera rojnamegeriya Kurdî wiha got: “Ji dîrokê ve gelek zorî û zehmetî hatine pêşiya Kurdan. Kurd her dem rastî dagirkerî û tunekirina çand, huner û qadên cuda hatine. Vê jî wisa kiriye ku Kurd cuda bin. Di wê serdema ku rojnameya yekem a Kurdî derket de, ji ber mijarên siyasî û bêaramiya herêmê ku heta niha jî didome, Kurdistanê gelek caran bedel da. Xebatên rojnamegeriyê weke xebatên çekdarî û pêşmergetî bûn. Tu neteweyek nîn e ku weke Kurdan ji bo xebatên rojnamevaniyê bedel dabe. Di nava Kurdan de rojnamegerî bû destpêkek bi hêz û bi kok, hemû beşên civakê gelek girîngî dane û li dijî dagirkeran weke amûra têkoşînê hat bikaranîn. Wê demê rojname kaxez bû, di wê demê de jê re digotin Qezete. Ev jî bandora wê ewe bû dagirkeran her dem hewl dane dagir bikin. Wê demê gihandina rojnameyan a destê xwîneran gelek bi bandor bû, gelek kesan bi taybetî ji bo rojnameyê bigihîjînin digeriyan. Ji ber wê bi berdewamî dewletên dagirker hewl dane rojnameyê ji nav bibin. Astengiya herî mezin li pêşiya dîroknasan û yên ku lêkolînê dikin di aliyê rojnameya Kurdî de, ew e ku çend hejmarên rojnameyê winda bûne û nizanin li ku derê ne. Wê demê civaka Kurd rastî gelek astengiyên siyasî hat ku rasterast bandorê li ser rewşa siyasî û civakê dikin.”
‘Divê jin bixwînin ev ji bo me gelek girîng e’
Hana Şiwan da zanîn ku hemû kes dizanin her pirsgirêka ku ku di nava civakê de çêdibe pêşî bedela wê jin didin û wiha got: “Ji ber wê jinan her tim hewl daye, rewşa wê demê ragihînin û kar ji bo hişyarkirina jinan kirine. Wê demê nivîsa yek ji jinên nivîskar, a bi navê ‘xwestek’ hatibû weşandin. Di wê nivîsê de wiha hatiye gotin; ‘Jin bixwînin, bixwînin, ev e ji bo me gelek girîng e û divê parastina me bi hêz be em xwe û nifşê piştî xwe biparêzin.’ Ev yek nîşanî me dide ku ji dîrokê ve heta niha îradeya jinan, bi hêz bûye. Em niha dibînin çawa jin di hemû qadan de xizmetê dikin. Pêwîstiya me bi naverokên baştir heye, wekî ku çawa teknîk bi pêş dikeve divê naverok jî bi heman awayî bi pêş bikevin. Divê em di vê serdemê de peyam aramî û hezkirinê belav bikin. Gelek caran ji ber ku mijarên ku tên belavkirin, bandorên neyînî û xirab li ser civakê çêdibin.”
‘Divê jinên rojnamevan xwe bi pêş bixin’
Hana Şiwan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha wan jinên ku di dîrokê de nivîsên bi navê ‘Xwestek’ di rewşên giran de nivîsandine, bihatana vê rojê bidîtana; wê li hemberî pêşketina teknîk û berdestbûna agahiyan û mijarên zêde matmayî bimana. Ez diwê hêviyê de me ku jinên rojnameger ên Kurd xwe dê xwe zêdetir bi pêş bixin. Ez gelek kêfxweş im ku dikarim bibêjim hebûna rojnameya Rêwan ku rojnameyek taybet a jinen e û hemû kesên ku kar dikin hemû jin in cihê şanaziyê ye.”